Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêkeftina bazirganîya azad dê bibe babeta serekî ya kombûna serok Bush û serokê Koreya Başûr


Rêkeftina bazirganîya azad dê bibe babeta serekî ya kombûna yekê îro eynî û şembîyê li navbera serok Bush û serokê Koreya Başûr Lee Myung-bak.

Dê ev kombûn li derveyê Washington DC, li Camp David bibe. Dê rêzdar Lee bibe serokê yekê yê Koreya Başûr ku li xanîyê bêhnvedana serokî bibe mêvan.

Washington û Seoul rêkeftineke bazirganîya serbest par li meha şeş-Xizîranê mor kiribûn belê ew rêkeftine hêjta li herdu welatan li benda pesend kirina qanundaneran e.

Li destpêka vê mehê dengderên Koreya Başûr bi dengên xwe piranîya parlamanê dane partîya rêzdar Lee ya bi navê Partîya Mezin ya Niştimanî û bi vî awayî pesend kirina rêkeftinê bi sanahîtir kirine.

Qanundanerên Amerîkî berî vê gotibûn ku ew dê rêkeftinê mor nekin heta ku mesela li ser kirrîna goştê heywana çareser nebe. Belê îro Wezareta Kiştûkal anku Çandinê ya Koreya Başûr ragihand ku ew dê kirîna goştê heywanan ji Amerîka bidomînin.

XS
SM
MD
LG