Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimmy Carter dibêjît Hamas dê bi rêkeftineka aştîyê digel Îsraîlê razî be


Serokê berê yê Amerîkî Jimmy Carter dibêjît rêberên grupa çekdarîya Hamas ya Felestînî gotîye wî em dê bi rêkeftineka aştîyê digel Îsraîlê razî bin, eger ew rêkeftin di referandumekê da ji layê gelê Felestînî ve bête pejirandin.

Birêz Carter evro duşembî li Urşelîm-Qudsê got Hamas bizavê naket bo ragirtina danustandinên serokê Felestînî Mahmud Abbas digel Îsraîlê.

Hêjîyî gotinê ye grupa Hamas hevrika sîyasî ya partîya Feth ya birêz Abbasî ye.

Di seredanekê da bo Rojhilata Navîn birêz Carter digel rêberên Hamasê li Misir û Surîyayê kom bî.

Îsraîl û Amerîka rexne li birêz Carterî girt jiber kombînê digel rêberên Hamasî ku herdu welat wê grupê bi rêxistîyeke terorîstî dadnên

Li dawîtirîn kiryarên tundûtûjîyê li wê herêmê serbazên Îsraîlî çekdarekî Hamasê kuşt di şer û lêkdanekê da evro duşembî li bakura devera Xezze.

XS
SM
MD
LG