Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Paraguay berbijarê rikeberîyê di hilbijartina serokatîyê de biserkeft


Roja yekşembîyê berbijarê rikeberîyê Fernando Lugo di hilbijartina serokatîyê de biserkeft û desthilata 61 salan ya Colorado Party bi dawî anî.

Lugo li hember Blanca Ovelar, berbijara partîya desthilatdar bi serkeft. Xanim Ovelar heke bi hata hilbijartin dê bibûwa yekemîn seroka jin ya vî welatê Amerîkaya Başûr.

Rêzdar Lugo ji piştevanên xwe re got ku wan biryar daye ew dê bibin Paraguayeke azad û soz daye ku ew dê alîkarîya hejarên welatî bike.

Karbidestên hilbijartinê ragihand ku Lugo 41% dengan wergirt li hemberî 31% dengên bo Ovelar. Berbijarê sêyê serokê berê yê leşkerî Lino Oviedo jî 22 ji sedî dengan wergirt.

Lugo keşeyê berê yê Katolîkên Romanan e û serokatîya Hevalbendîya Welatparêz bo Guhorînê ya çepên navendî dike ku ev hevalbendî ji partîya serekî ya rikeberîyê, yekîtîyên karkerên bazirganîyê, komeleyên cotkarîyê û Amerîkîyên resenî pêk tê.


XS
SM
MD
LG