Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemena Ewrûpayê rapora li ser Tirkiyê nîqaş dike


Komîsyona Kar û Barên Derve ya Yekîtîya Ewrûpayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand rapor dê pêşveçûnên li Tirkiyê sebaret bi endametî û bicihanîna krîteran binîrxîne û her weha fikara Yekitiyê ya li ser doza girtinê ya li dij partiya desthiladar AKPê jî der bibire.

Ev pêşnumaya raporê ku meha çûyî li Brukselê hatibû nîqaş kirin, ji Tirkiyê diwaze ku lez bide reformên ji bo endametiyê. Rapora îro ku tê dengdanê di meha Gulanê de dê di Civata Giştî de ji dengdanê re were vekirin û bi encam be.


Di raporê de ji Tirkiyê 12 daxwaz tê kirin. Yek ji daxwazan li ser girtina partiya AKP ye ku ji Tirkiyê tê xwestin ku di girtina partiyan de krîterên Komîsyona Venedîk li ber çavan ragire. Ev komîsyon di bana Konseya Ewrûpayê de dixebite û ji bo Ewrûpa standartan datîne. Hêjayî gotinê ye Tirkiyê ji sala 1949’an û vir de endama Konseya Ewrûpayê ye. Di pêşniyazan de her weha ji Hukumeta Tirkiyê tê xwestin ku dema reforman rêzê li prensîbên wekî pluralîzm, sekularîzm û demokrasî were girtin.

Hevdem, raporê de tê xwestin xala 301 a Qanûna Cezayê Tirk were guhertin û azadiya xwe derbirînê were fireh kirin. Komîsyon her weha ji Tirkiyê dixwaze lêpirsinên li ser rêxistinên wek Ergenekon were kurtir kirin û pêwendiyên wan ên di nav dewletê derkevin holê.


Pêşnumaya raporê de bang li hukumeta Tirk tê kirin ku ji bo pirsgirêka Kurd li Tirkiyê bi awayekî mayînde were çareser kirin pêngavên siyasî werin avêtin. Rapor herweha bang li Partiya Civaka Demokratîk DTP dike ku di pêvajoya çarserkirina kêşeya Kurd a li Tirkiyeya demokratîk bi awayekî avakar tê de beşdar bin.


Rapor herweha bang li Partiya Karkerên Kurdistanê PKK jî dike û jê dixwaze ku bê şert û merc çekên xwe deyne.


Komîsyon di raporê de diyar dike ku vekişandina leşkerên Tirk ji Qibrisê dê gengeşiyên ji bo çareseriyê hêsantir bike û pirsgirêka li giravê dikare di çavdêriya Neteweyên Yekgirtî de were çareser kirin.


Hevdem, bang li Tirkiyê tê kirin ku ambargoya aborî ya li ser Ermenistanê rake lê belê ji salên pêş cudatir îsal di raporê de qala rûdanên salên 1915 û Fermana Ermeniyan nayên kirin.

XS
SM
MD
LG