Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush mêhvandarîya rêberên Rojhilata Navîn dike da ku li ser bizava aştîyê bipeyvin


Serokê Amerîka George Bush vê heftîyê mêvandarîya melikê Urdunê Melik Abdullah û serokê Felestînî Mahmud Abbas dike da ku li ser pêvajoya aştîya Rojhilata Navîn bi peyivin.

Rêzdar Buhs û Melik Abdullah herdu bi tenê sibêdeya îro çarşem taştêyeke xwarin. Melik Abdullah piştevanî dike li bizava rêveberîya serok Bush ya çareser kirina şerê navbera Îsraîl û Felestînê, berî ku sala were muddeta wezîfa serokî bi dawî bê.

Rêzdar Abbas îro piştra dê bi Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice re kom bibe. Roja pêncşemê jî digel serok Bush kom dibe.

Serokê Felestînê li vê dawîyê jibo ku li ser konferanseke aştîyê ya dibe ku Kremlin mêhvandarî lê bike bipeyvin digel serokê Rusya Vladimir Putin kom bûbû li Moskow.

Biryar e ku rêzdar Bush li meha bêt seredana Rojhilata Navîn bike.

XS
SM
MD
LG