Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekgirtî dibêje metirsî heye ku alîkarîya xwarinê negihîje destê zêdeyî milyonek xelkê li Xezze


" hspace=2 src="/kurdi/images/ap_gaza_palestinian_fuel_24apr08_eng_175.jpg" width=189 align=left vspace=2 border=0>Neteweyên Yekgirtî dibêje eger Îsraîl nehêle kelûpelên sutemenîyê bê belav kirin, dinav çend saetan de zêdeyî milyonek kes li Devera Xezze li berin ku bêy alîkarîya xwarinê bimînin.

Îsraîl kelûpelên sutemenîyê qut kiribû wek bersivekê bo êrîşên vê dawîyê ji alî milîtanan ve li nêzî depoyeke benzînê ku pê du Îsraîlî hatibûn kuştin. Îsraîl dibêje guneh di stuwê Hamas de ye bo qut kirina benzîna ku jibo qamyonan pêdivîye ku karibin pê xwarinê belav bikin.

Dibêjin kelûpelên sutemenîyên nexweşxane û klînîkên saxlemîyê jî gelek kêm bûne.

Li seredana xwe ya bo Xezze roja çarşemê nunerê taybet yê Neteweyên Yekgirtî Robert Serry ji Felestînîyan xwest ku êrîşên xwe yên li derbazgehên sînorî ragirin. Wî herwisa ji Îsraîlê jî xwast ku abluqa xwe rake ya li ser Devera Xezze ku ji alî Hamas ve tê kontrol kirin.

Îsraîl dibêje abluqe pêdivî ye jibo rawestandina êrîşên rojane yên muşekan ser bi Îsraîlîyan ve.

XS
SM
MD
LG