Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêrişeka sernekeftî bo ser Hamid Karzay hat kirin


Di rêwresmeka leşkerî de li Kabulê hêrişeka sernekeftî bo ser serokê Afganî Hamid Karzay hat kirin.

Serokê Afganî, karbidestên bilindên hikumetê û mêvanên biyanî li ser sekoyê bûn demê teqe bi arastê wan hat kirin.

Karbidestên Afganî dibêjin sê kes di wê hêrişê de hatin kuştin, ku yek ji wan endamê perlemanî ye û yek zarokekê 10-salî ye.

Peyvdarê Talîbanê, Zabihullah Mucahîd, berpirsiyariya xwe biramberî wê hêrişê ragehand.

Piştî wê hêrişê, serok Karzay li gotareka televizyonî got ku hinek ji encamderên wê hêrişê hatîne girtin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG