Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bexda şerrekî dijwar qewimî û 38 milîtan hatin kuştin


Leşkerê Amerîkî dibêje hêzên Amerîkî û Iraqî 38 milîtan li Bexda kuştin bi gotina wan di şerrekî herî dijwar de li van çend heftîyên buhurî.

Leşker dibêje jiber ku roja yekşemê bahoza sîlê bi ser Bexdayê girtîye çekdaran keysê lê dîtîye û hêrîşên grêdayî hev birêve birine.

Helîkopterên Amerîkî jiber bahoza sîlê nikarîbûn bi hewayê kevin û ev helîkopter çekên serekî yên şerrî ne jibo hêzên Amerîkî di êrîşan de li dijî tîmên xirabkar yên ku muşekan davêjin.

Piranîya şerr li taxa Sadr qewimîne ku Leşkerê Mehdî yê ser bi oldarê tundrê Muqtada El Sadr ve li wê taxê bi hêz e.

Di şerrê herî dijwar de hêza Amerîkî û Iraqî li nuqteyeke vekolînê ya Iraqî rê li ber hêrîşeke mezin girtîye. Leşkerê Amerîkî dibêje 22 êrîşber hatine kuştin û tu serbazên Amerîkî û Iraqî nehatine kuştin.
XS
SM
MD
LG