Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekgirtî danana komîteyekê ragihand jibo kêşeya xwarinê li cîhanê


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-moon dibêje ew dê rêberayetîyê bike li komîteya ku wê kar bike li ser pirsgirêka bilind bûna buhayê xwarinê li seranserê cînanê.

Rêzdar Ban ev daxuyanî evro sêşem li Bern ya Switzerlandê kir li kombûna du rojan digel 27 ajansên girîngên navnetewî.

Ajans hîvî dikin ku çareyên destûdarê tengavîyê peyda bikin li hember krîza xwarinê ya ku dibe sebebê xelayî û birçîbûnê, serhildanê û veşartina xwarinê li welatên hejarên cîhanê.

Rêberê Neteweyên Yekgirtî dibêje têrkirina birçîyan karê wan yê yekem e.

Wî ji welatan xwest ku 755 milyon dolarên bo Bernama Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekgirtî ku kêm maye berhev bikin.

Zêdebûna serjimara xelkê, pêdivîya zêde ya welatên paşmayî û zêdebûna danana giyayên bo sutemenîyên bîyolojik û herwisa rabûna lehîyê û kêmasîya baranê bûne egerên bilind bûna buhayê xwarinê li seranserê cîhanê.

XS
SM
MD
LG