Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kabul di şerrekî navbera milîtanan û hêza Afganî de bi kêmî heft kes hatin kuştin


Wesa pê diçit ku wan milîtanan dest di hêrîşa roja yekşembê da hebû li ser serok Hamîd Karzayî.

Serokê Dezgehên Agahîyên Afganî Emîrullah Salih dibêjitin hêzên hikumetê dorpêça malekê li Kabul girtin û bi şer hatin li gel çekdaran, du milîtan hatine kuştin ligel jinek û zarokekê ku di wê veşargehê da bûn ligel sê endamên hêzên hikumetê.

Piştî çend saeta ji şerrî bi muşekan û çekên sivik, milîtanan xwe di wê avahîyê de teqand .

Peyivdarê Talîban gote rojnamevana yek ji wan kuştîya dest di wê hêrîşa roja yekşembê da hebû, ew hêrîşa li ser serokê Afganî Hamid Karzayî hatî kirin û bi silametî jê xelas bûyî.


XS
SM
MD
LG