Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî soza helweşandina komeleyên çekdarên Şî'a û Sunnî dide


Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî soz da ku dê Leşkerê Mehdî yê Şî'a, grupên xirabkarên Sunnî û El Qaîdeya Iraqê bê helweşandin.

Rêzdar Malikî li Bexda di konferanseke rojnamevanîyê de evro çarşembîyê ev soz da. Ev daxuyanî hate kirin paş demekê ku hêzên Iraqî û Amerîkî li hember milîtanên Şî'a yên ser bi oldarê tundrê Muqtada El Sadr li bajarê Sadr yê Bexda şerrekî giran kirin. Leşker dibêje ji roja yekşembî heta niha bi kêmî 66 şervan hatine kuştin.

Rêzdar Malikî herwisa li meha buhurî li bajarê başûr li Basra li dijî Leşkerê Mehdî yê El Sadr dest bi kiryaran kiribû.

Ji alîyekî dî ve leşkerê Amerîka dibêje polîsê Iraqî vekolînekê birêve dibe li ser rêyeke ku bi giştî serê sibêhan tê bi kar anîn li bajarê bakûr li Kerkukê û herwisa li firoşgehên derve li nav bajêrî. Li wê derê bi teqîna du bombeyan roja sêşemê 14 sivîl û sê karmendên leşkerê Iraqê birîndar bûbûn. Raport dibêjin dibe ku sivîlek dî jî hatibe kuştin.

XS
SM
MD
LG