Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamêt Çaralîyêt Danustandina li ser Rojhilata Naverast ji Îsrail û Filistînîyan xwast ku sozên xwe bi cih bînin


Welatêt hêzdarêt cîhanê ji welatêt Ereb dixwazin ku sozêt xwo bi cîh bînit ku piştevanîya Filistînîyan bikin jibo danustandinêt li ser aştîyê digel Îsraîlê.

Di belgenameka hatî belave kirin evro heynîyê li London Endamêt Çaralîyêt Danustandina li ser Rojhilata Naverast ji welatêt Ereb xwast harîkarîyêt sîyasî û aborî bo piştevanîya prosê aştîyê bikin.

Endamêt Çaralîyêt Danustandina li ser Rojhilata Naverast yêt ku pêk têtin ji Welatêt Yekgirtîyêt Amerîkî û Yekîtîya Ewropî, Rusya û Neteweyêt Yekgirtî.


Li kombûna Endamêt Çaralîyêt Danustandina li ser Rojhilata Naverast, Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice dibêjit welatêt Ereb yêt ku dişên harîkarîya bikin, harîkarîya avakirina dewleta Filistînîya bikin ku seh kinê ka çend dişên harîkarîya bidin.

Rice navê çi welatên Ereb negotin belê karbidestekî Amerîkî yê bilind dibêjit mebesta Rice Kuweyt û Qatar bû.

XS
SM
MD
LG