Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Olmert û Abbas bo danûstandinên aştîyê kom bûn


Serokê Îsraîlê Ehud Olmert û serokê Felestînê Mahmud Abbas îro duşembîyê kom bûn da ku danustandina aştîyê vejînin ya ku jiber hin kêşeyan xitimîbû wek kêşeya akincîgehan û girtina rêyan li Kenara Rojava.

Ev danustandin têne kirin paş seredana sê rojan ya Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice ku yekser peyivîbû li ser encamên girtina rêyan li Kenara Rojava ji alî Îsraîlê ve.

Wezîra Derve xanim Rice roja yekşembîyê zorê da rêberên Îsraîlî ku li Kenara Rojava nuqteyên vekolînê ji ser rêyan rakin ji ber ku ew dibine egera zehmetîya jîyanê jibo Felestînîyan.

Wê got daxwaza Washington ne tenê rakirina jimareke zêde ya van nuqteyên vekolînê ye lê belê herwisa Amerîka dixwaze ku Îsraîl hin gavan bavêje bo baştir kirina jîyana rojane ya Felestînîyan.

Wezîra Derveya Îsraîlê Tzipi Livni roja yekşembîyê got dibe ku Îsraîl hin akincîgehên Cuhuyan li Kenara Rojava rake weke beşek ji rêkeftina aştîyê digel Felestînîyan.

XS
SM
MD
LG