Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîka 3500 serbazên xwe ji Iraqê vedikêşîne


Leşkerê Amerîka dibêje di demek nêz de ew dê sê hezar û pêncsed serbazên xwe ji Iraqê vekêşîne wek beşeke vekêşana serbazên zêde yên ku par şandibûn Iraqê.

Di daxuyanîyekê de tê gotin ku dê serbazên ji Beşa Pîyade ya 3 di nav çend heftîyên bihêt de ji Iraqê bêne vekêşan.

Generalê bilind yê Amerîka Dan Allyn dibêje ji Iraqê vekêşana ew serbazên ku hatibûn zêdekirin nîşana pêvajoya pêşketinê ye li wî welatî.

Vekêşana 3500 serbazan parçeyeke ji plana Amerîka ku bi nîyaz e heta dawîya meha heft-Tirmehê bi kêmîve 20 hezar serbazên zêde yên ku hatibûn şandin vekêşîne.

Meha buhurî serok Bush ferman dabû ku piştî meha heft-Tîrmehê vekêşana serbazên Amerîkî ji Iraqê bo demek ne dîyar bê rawestandin û herwisa vekêşana 140 hezar serbazên mayî jî bo 45 rojan rawestandibû.


XS
SM
MD
LG