Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêkxistinên hewarçûnê xwe gihandin Burma û jimara kesên bi bahovê mirine gihîşte 22000


Rêkxistinên hewarçûnê yên navnetewî digihijîine Burma ya ku medyaya dewletê dibêje jimara kesên ku jiber bahoza roja şembîyê mirine gihîştîye zêdeyî 22 hezaran.

Karbidest dibêjin 41 hezar kes bêserûşûnin û dê jimar bilindtir bibe her ku agahîyên zêdetir bigihîje dest ji deverên ku agahî jê wergirtin bi zehmettir e.

Bahoza Nergis bi sedan hezar kes bê xanî hiştîye û jiber vê bahozê kêmasîya xwarin û ava vexwarinê gelekî bilind bûye.

Îro sêşem firroka yekê ya bi barê alîkarîya bîyanî ji Taylandê gihîşte Rangoon. Çaverê tê kirin ku hêj zêdetir alîkarî bête şandin.

Burma ya ku xwe ji karê dinyayê dûr xistîye alîkarîya navnetewî red dikir belê di dema vê karesatê de ji karbidest û rêxistinên hewarçûnê yên bîyanî re gotîye ku ew dê alîkarîya wan qebul bike.

Welatên Yekgirtîyên Amerîka û çendîn welatên Ewropî (Brîtanya, Almanya, Norwêc, Swêd) û welatên Asyayî (Çîn, Hindistan, Japan, Sîngapor, Tayland) alîkarîya xwe pêşkêş kirine bo Burmayê.

Rêkxistinên navnetewî xema xwe dîyar dikin dibêjin dibe ku alîkarî negihîje destê xelkê ku herî pêdivî bi alîkarîyê heye li deverên Burma yên ku barove bi tundî lê daye.

XS
SM
MD
LG