Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama di hilbijartina berahîyê de li North Carolina bi serkeft


Senatorê Amerîkî Barack Obama li hilbijartina berahîyê ya li North Carolina bi serkeft û li ya Indiana jî gelek deng wergirtin û ev serkeftin ji bo wî dibin gaveke mezin berev berbijarbûna wî bo serokatîyê ji Partîya Demokratîk.

Senatorê wîlayeta IIIinois roja sêşemê 56% deng wergirtin bermaber senatora New Yorkê Hillary Clinton ya ku 42% deng wergirtin li North Carolina û bi vê serkeftinê pirranîya 115 nunerên dengdanê anku delegeyên wê wîlayetê ketin destê Obama.

Ev serkeftin jibo bizava hilbijartinê ya Obama dibe gaveke gelek girîng ku heta niha jiber miştûmirên keşeyê wî yê berê Jeremiah Wright helkeftina wî ya hilbijartinê bo çend rojan ketibû tengasîyekê.

Li Raleigh di axaftina xwe de Obama gote piştevanên xwe "ev dem dema me ye û dema bo guhorîna Amerîka ye" û daxwaza yekgirtinê kir ji partîya Demokratîk.

Di vê navê de Clinton jî li Indiana bi pilleyeke nizm (51% li hember 49%) serkeftinê bi destve anî li hember Obama. Wê duhî bi şev li Indianapolis soz da ku ew dê bizava xwe ya bo hilbijartinê bidomîne.

XS
SM
MD
LG