Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dmitri Medvedev sonda kar wergirtinê xwar wek serokê nû yê Rusya


Dmitri Medvedev wek serokê nû yê Rusya sonda kar wergirtinê xwar di rêûresmekê de li Kremlin. Demek kin piştî wê, wî şêwirmendê xwe û serokê berê Vladimir Putin wek serokwezîr destnîşan kir û patrîkê Dêra Ortodoks ya Rusyayê Alexy bi ser wî ve xwend.

Çaverê tê kirin ku parlamana Rusyayê ya ku piranîya wê di destê piştevanên Putin de ye, bi lez serokwezîrîya Putin pesend bike.

Di axaftina xwe ya serokatîyê de ya bo şeş deqîqan, îro çarşem rêzdar Medvedevê 42 salî got "Rusya mecbûr e ku rêzgirtineke ji dil û can pêk bîne bo qanunê." Wî got sîstemeke qanunî ya baş danayî divê ku bibe bingehek jibo pêşketinên aborî û sosyal.

Opozîsyona Rusyayê rexneyên giran kirîye li pêvajoya hilbijartinê ya ku serkeftineke mezin da destê rêzdar Medvedev li meha sê-Adarê.

Rexnegir dibêjin du berbijarên ku li hember Medvedev dikaribûn bi serkevin, serokê berê Mikhail Kasyanov û şampîyonê berê yê leyîsteka Kişek anku satrancê Garry Kasparov jiber egerên teknîkî ji berbijarîyê hatibûn derêxistin.

XS
SM
MD
LG