Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li bajarên Başûrê Rojhilata Tirkiyê çendîn mayin teqiyan: Sê kes mirin 10 kes jî birîndar bûn


Li dû daxuyaniya nivîskî ya walitiya bajarê Êlihê (Batman) li navçeya Sasonê danê sibê dema derbazbûna mînîbusekî bombeyeke ku ji dûr ve dihat kontrol kirin teqiya di encamê de 3 kes hatin kuştin û pênc kes jî birîndar bûn ku rewşa du kesan xedar e.

Hat ragihandin ku di nav birîndaran de zêrevanekî gund jî heye. Walîtî ji ber teqîna mayinê serhildayên Kurd berpirsiyar girtin û her weha ragihandin ku li der û dora cihê lê ku mayin teqîyaye serbazan kiryarek daye dest pê kirin.

He çi qas walitiya Batmanê diyar kir kesên ku hatine kuştin gundiyên sivîl in lê Ajansa Nûçeyan a Firatê ku bi nêzîkbûna xwe ya bi PKKê re tê nasîn îddîa kir ku kesên kuştî zêrevanên gund in.

Hevdem li navçeya Şîrvan a bajarê Sêrtê (Siirt) dema serbaz û zêrevanên gundan dixwest mayineke bi cih kirî ji cihê wê derxin teqînek pêk hat û di encamê de astsûbayek û zêrevanekî gund hatin birîndar kirin.

Hat ragihandin ku astsûbayê birîndar kirî fermandarê qereqola cendermeyan e. Her weha li heman bajarî li naçveya Tîllo (Aydinlar) mekîneyek ku serbaz dibirin bingeha xwe ket newalê û di encamê de 8 serbaz hatin birîndar kirin.

Ji aliyê din de jî, li bajarê Çewlikê (Bingol) dema derbazbûna mekîneyeke leşkerî mayinek teqiya û di encamê de astsûbayek û du serbaz hatin birîndar kirin. Li navçeya Şemzînan (Şemdinli) a Colemêrgê (Hakkari) jî mayinek ku hatibû bi cih kirin berî ku biteqe hat dîtin.


XS
SM
MD
LG