Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yevgeny Primakov dixwazît Kerkuk vegerîte ser Herêma Kurdistanê


Yevgeny Primakov mezine sîyasetmedar û mezine bazirganê Rusya dixwazît Kerkuk vegerîte ser Herêma Kurdistanê û protokoleka lêktêkgehêştina aborî jî digel serokê jorên bazirganîya Iraqê îmza kir.

Di çarçovê seredana xwe da bo Herêma Kurdistanê û piştî ku duhî şandê bilindê bazirganîya Rusya bi serokatîya Yevgeny Primakov serokê jora bazirganî, pîşesazîya Rusya seredana bajarê Silêmanî kirî û ligel birêz Talabanî serokkomarê Iraqê û jimareka berpirsên din yên Herêma Kurdistanê kom bîn kirî û di merasîmeka taybet jî da protokoleka lêktêgehêştinê ya aborî navbera serokê jora bazirganîya Rusya û serokê jora bazirganîya Iraqê ve hatîye îmza kirin.

Evro bi mebesta encam dana kombûn û danûstandinan digel mezine berpirsên din yên hikumeta Herêma Kurdistanê şandê Rusya Silêmanî bicih hêla û berev Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê birêkeft.

Li firokexana nîvdewletîya Silêmanî di kongreke rojnamevanî ya hevbeş da navbera birêz Primakov û birêz Kosret Resûlalî cêgirê serokê Herêma Kurdistanê bersiva pirsyarekê da derbarê kêşa Kerkuk Primakov got "Kêşa Kerkuk kêşeka Iraqî ye û li vî demî dête çareser kirin ku sînorê Herêma Kurdistanê bête dîyarî kirin." Paşî got "Bi hizra min ya şexsî ez dixwazim Kerkuk vegerîte ser Herêma Kurdistanê.." Wî herwisa got "Seredana me bo Herêma Kurdistanê li ser daxwazîya birêz Talabanî bû."

Cihê gotinê ye ku biryare li Hewlêr çend protokolan îmza biket û Primakov dema ku gihîşte Silêmanî di lêdwaneka rojnamevanî da got "Nîyasîna min bo vê deverê û xelkê vê deverê vedigerît bo salên 60a, ku min Mela Mistefayê Barzanî û Celal Talabanî niyasîn."



XS
SM
MD
LG