Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agirbest li bajêrê Sedir hat ragehandin


Rêkeftineka agirbestê li bajêrê Sedir li Bexda nêvbera çekdarên Şî’e û hêzên hikûmeta Iraqê hat ragehandin.

Ewêt meha Adarê li şer û lêkdanên bajêrê Sedir bi sedan kes hatine kuştin, piştî serok wezîrê Iraqî Nûrî El-Malikî fermana şerî da dijî çekdarên Şî’e.

Peyvdarê hikûmeta Iraqê Elî El-Debbax got pêtiviye çekdar çekên xwe danên û bizanin ku bitinê hikûmet berpirsiyare biramberî parastina welatî.

Di hevpeyvînekê da digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka nivîser û şarezayê siyasî Samî Şoriş got renge agirbesta vê carê ya nêvbera hikûmet û çekdaran wekî carên berî serkeftî û cêgîr nebît. Bo bihîstina wê hevpeyvînê, fayla dengî ya servey vê perê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG