Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medyaya dewleta Çînê dibêje bi erdhejê jimareka navbera sê û pênc hezar kes mirine


Medyaya dewleta Çînê dibêje roja duşemê tenê li navçeyekê nêzî sê heta pênc hezar kes mirine dema ku erdhejek bi hêz li parêzgeha li başûra rojava ya Çînê, li Sichuan ket.

Ajansa dengubahsên Xinhua ya fermî dibêje tirs heye ku bi kêmîve 10 hezar kes jî li heman deverê li navçeya Beichuan ya Sichuan birîndar bûbin.

Di raportan de tê ragihandin ku 900 xwendekar ketine bin erdê dema ku du xwendîngehên pêşîn anku seretayî bi ser wan de hilweşîyane. Belê hêjta çarenivîsa wan eşkere nîne û herwisa tu zanyarî di derbarê wan de nîne.

Xinhua dibêje li parêzgehên Sichuan, Gansu, Yunnan û li navenda Chongqing bi fermî mirina 107 kesan hatîye piştrast kirin.

Serok Hun Jintao ferman daye ku bizavên alîkarîyê yekser bigihîjin xelkê ku bûne qurbanîyên erdhejê û serokwezîr Wen Jiabao şandîye deverê bo alîkarîyê.

Di firokeyê de ku diçû deverên erdhej lêketî, rêzdar Wen bo erdhejê got ev karesateke mezin e û ji xelkê xwast ku aş bin.

XS
SM
MD
LG