Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran û Ajansa Navokîya Navnetewî dest bi gerek din ya danûstandinê kirîne


Îranê û Ajansa Navokîya Navnetewî dest bi gerek din ya danûstandinan kirîne sebaret bi programa kêşe-liser ya navokîya Îranê.

Ajansa fermîya dengûbahsên Îranê ÎRNA dibêjît şandek ji Ajansa Uza-Atomî ya Navnetewî û balyozê Îranê jibo wê Ajansê Alî Esxer Sultanîye roja duşembîyê li Tehranê dest bi danûstandinên xwe yên sê rojî kirin.

Nunerê Îranê û vekolerê pillebilindê Ajansa Uza-Atomîya Navnetewî meha buhurî du gerên danûstandinan li Tehranê birêve birin.

Ajansa Uza-Navokî dibêjît wan sengî kirîye ser wan gotinan ku Îranê vekolîn hebûne sebaret hindê ka bi çi awayî teknolojîya xwe ya navokî bikar bînin jibo çêkirina kulavokên navokî.

Îran dibêjît ew danûstandine bi merema bi pêşvebirina hevkarîyê di navbera Îranê û Ajansa Uza-Atomîya Navnetewî da têne kirin

XS
SM
MD
LG