Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Çînê karmendên hewarçûnê li hewara bi hezaran kesan diçin yên ku di binê erdê de mane


Piştî erdheja mezin ya roja duşembîyê li parêzgeha Sichuan li başûra rojava welatî bû egera mirina zêdeyî 12 hezar kesan, karmendên hewarçûnê yên Çînî bizavê dikin bi hezaran kesên avahî bi serê wan de hilweşîyane û di binê erdê de mane derêxin derve.

Ajansa fermîya dengubahsan Xinhua dibêje jiber erdheja mezin ya duşembîyê li bajarek bi tenê ( li Mianyang) zêdeyî 18 hezar kes di bin axê de mane û bi hezaran yên din jî li deverên din yên Sichuan di bin avahî û xwendîngehên pelişî de mane.

Desteya yekê ya hewarçûnê îro sêşembîyê gihîşte Wenchuan ku navenda erdheja bi hêza 7.9 ye û zêdeyî 100 hezar kes lê dijîn. Jimara birîndar û mirîyên li vê taxê hejta nayê zanîn belê raportên pêşîn yên Xinhua dibêjin jimareke mezin ya xelkê vê deverê jî di bin erdê de mane.

Raport herwisa radigihîne ku 70% rê û pirên vê taxê hilweşîyane û kes nikare xwe bigihîjîne vê deverê.

Bo alîkarîyê zêdeyî 50 hezar karmendên hewarçûnê hatine şandin bo deverên ku erd lê hejîyaye belê Çîn dibêje rewş baş nîne jibo alîkarîya navnetewî were û alîkarîyê bike.

Serokê Amerîka George Bush îro bi serokê Çînê Hu Jintao re peyivî di derbarê vê bîbelerzê. Rêzdar Bush xema xwe dîyar kir derbarê erdhejê de û got Amerîka amade ye ku bi her şêweyê alîkarîyê bike.

XS
SM
MD
LG