Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Brîtanya Miliband digel hevkarê xwe yê Tirk Babacan re rûnişt


Şahbanûya Brîtanyayê Elizabetha duyemîn ev çend roj in seredana Tirkiyê dike. Ji aliyê din de jî şandeya ku pê re hatî digel rayedarên Tirk re hevdîtinan pêk tînin. Di vê çarçoveyê de wezîrê kar û barên derve yê Brîtanya David Miliband digel hevkarê xwe yê Tirk Ali Babacan re rûnişt. Her du wezîr piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê li dar xist û got di navbera her du welatan de têkiliyên dîrokî hene û tevkariya wan dê her berdewam be.

Di civînê de hat diyar kirin ku Brîtanya dê li Basrayê li ser sînora Kuweytê hêrêmeke bazirganiye ava dike û Tirkiyê digel Îraq û Kuweytê di ava kirina vê herêmê de beşdar bibe.

Babacan her weha diyar ki ku Tirkiyê ji bo ku li Basrayê sefaretxaneyek veke xebatên xe dimeşîne û lewma him bi Bexdad û him jî îngîlîzan re danûstandinê pêk tîne. Hêjayî gotinê ye piştî mudaxeleya Amerîka bo Îraqê serbazên Brîtanî jî çûbûn Basrayê.

Dîsa hat diyar kirin ku di hevdîtina Babacan û Miliband de her du wezîr di warê têkoşîna li dij terora navneteweyî de hevbîr in. Babacan di şerê li dij serhildayên Kurd anku PKKê de piştgiriya Brîtanya xwest. Miliban jî diyar kir ku terora navneteweyî ne tenê PKKê her weha El Qaîde jî digire nav xwe. Miliband got li Brîtanya 2 mîlyon misilman di şertên gelek baş de dijîn û Tirkiye û Brîtanya du welat in ku çandên cuda cuda lê dikarin bi hev re di aramiyê de bijîn.

Wezîrê Tirk Babacan her weha got pereyê PKKê li Ewrûpayê pir bi hesanî digere û ev pere paşê ji bo êrîşên li dij serbazên Tirk tê bikar anîn. Babacan weha got:

“Yek ji hîmen bingehîn ên Yekitiya Ewrûpayê azadî ye. Di nav van azadiyan de azadiya derbirînê, azadiya komele avakirin û xwepêşandanê jî heye. Her weha çûn û hatina pere jî di vî warî de azad e. Lê belê hin rêxistin van azadiyan li gor mebestên xwe yên nebaş bi kar tînin. Lewma Tirkiyê ji Ewrûpayê daxwaz dike ku bêyî ku tu zirar bigihîje van azadiyan bila tedbîrên ewlekariyê jî werin girtin.”

Babacan her weha bêyî ku nave Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê li Îraqê bêje got êdî bi rêveberiya li bakurê Îraqê re wan têkilî heye lê a girîng ew e ku ev têkilî dê çawa be û naveroka wê çi be. Babacan wekî din got di warê têkoşîna li dij terorê de ji bakurê Îraqê destek were têkiliya wan dê pêşkeve. Anku hukumeta herêmî li dij serhildayên Kurd ên li Tirkiyê çi qas destekê bide Tirkiyê têkiliya navbera herduyan hindê baş bin.

XS
SM
MD
LG