Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush dawî bi seredana Rojhelata Navîn anî


Serokê Amerîkî George Bush dawî bi serdana pênc-rojî ya xwe bo Rojhelata Navîn anî û vegerya welatî.

Serok Bush daxaz li welatên Ereb kir da berhelistiya rêbazên welatên wekî Iran û Surya biken.

Di gotarekê da li Kombûna Aboriya Cîhanê li bajerokê Şerem El Şêx li Misrê, serok Bush got Iran û Surya azadiya siyasî û aborî tuxîvdar diken.

Her li Şerem El Şêx, serok Bush digel karbidestên Iraqî kom bu ji wan wezîrê derve Hoşyar Zêbarî, cêbirê serokê Adil Ebdulmehdî û cêgirê serok wezîrî Berhem Salih.

Serok Bush herwesa digel rêberên Felestînî û Urdunê kom bu.

XS
SM
MD
LG