Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Iraqî ketin nav bajarê Sadr li Bexda


Hêzên Iraqî ketin nav bajarê Sadr li Bexdayê di kiryarekê da bi armanca anîna desthilata hikumetê bo nav vê bingeha ku milîtanên Şî'a têde bi hêzin.

Karbidestên tenahîya Iraqê dibêjin wan îro sibedeya sêşembîyê dest bi "Operation Peace anku Kiryara Aştîyê" kirîye bo aram û tenahî kirina deverê.

Peyivdarekî leşkerî got wan bi sedan hezar serbaz şandine beşên cudayên bajêrî. Wî got heta niha tu tundûtûjî ne qewimîye.

Ev kiryar hate kirin piştî ku rêkeftineke agirbesê li meha buhurî hatibû mor kirin li navbera hikumeta Iraqê û milîtanên Şî'a yên ser bi oldarê tundrê Muqtada El Sadr ve.

Herçende ev agirbes hatibe mor kirin jî, car carna li vê deverê şer û lêkdan derdiket di navbera milîtanên Şî'a û hêzên tenahîyê yên bi piştgirîya Amerîka de.

Ji dawîya meha sê-Adarê were heta niha ji dema ku serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî fermana şerê dijî milîtanên Şî'a dabû û heta niha bi sedan kes hatine kuştin di van şerran de li bajarê Sadr.

XS
SM
MD
LG