Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Çînê hejmara xelkên ku jiber erdhejê mirine gihîşte 40 hezar kesan


Karbidestên Çînê dibêjin hejmara xelkê ku jiber erdheja bi hêz ya heftîya buhurî mirine, gihîştîye 40 hezar kesan ku piranîya van kesan li parêzgeha Sichuan mirine.

Sichuan li navenda erdheja bi hêza 7.9 bû. Çîn dibêje ev hejmar dibe ku bigihîje zêdeyî 50 hezar kesan jî.

Ev hejmar tête ragihandin li wê demê ku Çîn di tengavîyê de ye bo peyda kirina sitargeh û xanîyan bo nêzî pênc milyon kesên ku jiber vê karesatê bê xanî mane. Bi hezaran xelkên ku li Sichuana bi erdhejê wêranbûyî li derveyê xanîyên xwe radizên jiber tirsa ku wê dîsa paş-erdehejên nû yên bi hêz bibin.

Buroya Sîsmolojîya Netewî huşdarî daye û dibêje dibe ku paş-erdehejeke bi hêza şeş an heft bibe. Bi erdhejeke ewqas hêzdar dibe ku zîyan yegcar zêdetir bibe li parêzgeha Sichuan ya wêranbûyî.

XS
SM
MD
LG