Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi seredan li Washington e


Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê birêz Nêçîrvan Barzanî li vê heftîyê seredana Washington dike. Rêzdar Barzanî di gotarekê de ku li rojnama Wall Street Journal hatîye belav kirin behsa pêşveçûnên li Iraqê dike.

Herwisa rêzdar Barzanî behsa pêywendîya Hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê dike û dibêje “Têklatîya me ya bi hikumeta navendîya Iraqê re ji vê demê û çêtir nebûye.”

Rêzdar Barzanî bi gotina wî behsa “bi pêşxistina rewşa Kerkukê û erdên kêşe-liser” dike. Ew balê dikşîne ser têklatîyeke aştîyane bi hemu cînaran re ku “li ser binemayên rêzgirtineke du alî be û herwisa destênewerdan di karûbarên navxweyî yên hevûdu.” Ew herwisa huşdarî dide ku “vekêşana bê wext ya hêza Amerîkî ji Iraqê dê bibe karesat.” Serokwezîr Barzanî di nivîsê de dibêje “Em pêşwazî li ew curî hêzên Amerîkî li Herêma Kurdistan dikin wek beşek li her cure bi cîh kirina hêzên wan.”

Gudharên hêja eger hun bixwazin guh bidine dirêjahîya vê babetê li jor pêl nivîsa bi rengê şîn bikin ku dibêje "Li naveroka gotara rêzdar Barzanî guhdarî bike."'

XS
SM
MD
LG