Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li deverên jiber barovê wêranbûyî yên Burma digere


Sekreterê Giştîyê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-moon bajarê serekî yê Burmî Rangoon hêla ku bi seredan biçe Deşta Irrawaddy da ku cara yekê berê xwe bide deverên bi barova Nergis wêran bûyîne.

Rêzdar Ban evro (pêncşembîyê) bi helîkopterekê gihîşte herêmê piştî kombûna xwe ya digel serokwezîrê Burmî Thein Sein. Herdu camêr li hoteleke li Rangoon kom bûbûn belê di derbarê naveroka axaftina wan de tu agahîyek nehatîye ragihandin.

Birêz Ban li Burmayê ye jibo wezîfa ku alîkarîya qurbanîyên barovê zûtir bigihîje destê wan. Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên alîkarîyê dibêjin di vê bizava alîkarîya Burma de wext gelekî girîng e jiber ku alîkarî tenê digihîje destê 25% yên milyonek û nîv qurbanîyên barovê.

Roja çarşembîyê berî ku biçe Rangoon rêzdar Ban li Bangkok got di kombûna wî ya digel desthilatdarên leşkerîyên Burmî de yek ji armancên wî ewe ku destûrê wergire bo bi serbestî livîna karmendên bîyanî yên hewarçûnê û bizav kirina alîkarîyê li Deşta Irawaddy.

XS
SM
MD
LG