Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimmy Carter: "Dorgirtina kertê Xezze mezintirîn tawana dijî mirovanîyê ye li ser erdê"


Serokê berê yê Amerîkî Jimmy Carter dibêjitin dorgirtina Kertê Xezze ji alîyê Îsraîlê ve mezintirîn tawana dijî mirovanîyê ye li ser erdê.

Birêz Carter duhî li festîvala Wales di axift. Wî gote rojnama The Guardian ku ew dorgirtin bûye egera zîndan kirina milyonek û şeşsed hezar Filistînîyên Xezze.

Îsraîl û Misrê sinorê xwe digel Xezze girtin piştî milîtanên Hamas li meha şeş-Xizîrana par kontrola wê herêmê kirî.

Hêjta Îsraîl sutemenî û alîkarîyên mirovanî dihinêrîte Xezze belê hatin û çûna xelkê û kelûpelan berbend kirîye.

XS
SM
MD
LG