Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Burma li herêmên ku bi barovê wêran bûyîne dengder bi zorîna dengan destûrê welatî pejirand


Hikumeta leşkerî ya Burmayê ragihand ku dengder li herêmên ku bi barovê wêran bûyîne bi zorîna dengan destûrê nû yê welatî pejirand.

Medyaya ser bi dewletê evro duşembî ragihand ku ew destûr bi 92% yê dengan hatîye pejirandin û rêja pişikdara li dengdanê heta 98% bûye.

Derencama dengdana şembî herwekî derencama referanduma 10ê Gulanê bûye ku hikumetê ragihand hingê jî destûr bi zorîna dengan hatîye pejirandin.

Hikumeta leşkerî referandum li bajêrên serekîyên Burmayê Rangoon û herêma Irrawady Delta paşêxist piştî çêbîna karesata barovê.

Hikumetê ragihand ku pejirandina destûrî dê bîte egera encam dana hilbijartina li sala 2010, lê opozîsyon û bizavkarên mafên mirovan dibêjin eve bi tenê desthilata leşkerî bi hêztir bike.

XS
SM
MD
LG