Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vekolînek eşkere kirîye ku karmendên aştîperezîyê dest dirêjî namusa zarokan kirîye


Komeleya mirovperez ya bi navê “Save the Children” anku bi Kurdî “Zarokan Rizgar Bike” dibêje karmendên alîkarîyê û aştîperez li deverên bi kêşe yên cîhanê dest dirêjî namusa zarokan dikin û bi giştî ev bizavên wan nehatine ceza kirin.


Vekolîna ku îro sêşembîyê hatîye belav kirin dibêje xirabîya herî mezin tê serê wan zarokên reben li deverên ku şer lê heye an nexweşî lê belav bûye. Save the Children dibêje piranîya destdirêjî ji alî karmendên hêzên aştîperez yên Neteweyên Yekgirtî ve tê kirin belê bi dehan rêxistinên dî jî herwisa ev xirabî kirîye.

Raporta ku ji alî Save the Children ya li Britanya ve hatîye belav kirin ev agahî wergirtîye ji bi sedan zarokên li welatên wek Kenara Dranê Fîl, başûra Sudan û Haiti. Zarok dibêjin ku ew kes rabûne ser wan, bi zorê bi wan qehbîtî dane kirin û her bi gelek şiklên din dest dirêjî namusa wan kirîye.

Di vekolînê de tê gotin ku karmendên alîkarîyê û aştîperezîyê jibo peywendîya cinsî bi qurbanîyan re ku hin ji wan temenê wan şeş salî ye, carna xwarin, carna pere, carna sabûn û kêm caran jî tiştên buha yên wek telefonên desta dane zarokan.

XS
SM
MD
LG