Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pasewanekî sinorî yê Herêma Kurdistan ji layê pasdarên Îranê ve li devera Pêncwîn hate kuştin


Devera sinorî ya Pêncwîn jî alozî bi xwe ve dît û Îranê hêzeke zor li ser sînorî kom kirîye.

Piştî ku du Îranî ku bi civanê bûn ku bi dizî ve bêne nav xaka Herêma Kurdistanê û li ser sinorî ji layê Hêzên Asayîşê ve hatine desteser kirin, Komara Îslamîya Îranê mercê Başmax li navbera Îran û Herêma Kurdistanê dayêxist û hêzeka zor jî anîye ser sînorî.

Êvarîya duhî mefrezeka pasewanên sinorî kefte nav buseyeka hêzên Îranê û di encam da pasewanek hate kuştin.

Li ser vê rewşê jêdereke ji devera Pêncwîn ku nedixwest navê xo eşkera biketin bo Pişka Kurdîya Dengê Amerîka xuya kir ku mercê Îranê bo vekirina wî mercî û azad kirina wan du Îranîyan bû lewra ew du Îranî hatine azad kirin

Li sibehî li gundê Kanîxan li ser bi devera Pêncwîn li deverên ser sinorî hêzên pasdarên Îranê ku kemîn danabû teqe li mefrezeka pasewanên sinorî kir û di encam da pasewanek hat kuştin.

Jêderên Hêzên Pasewanên Sinora dibêjin ew rûdan bi şerti hate kirin û niha vekolîn li ser wê rûdanê berdewam e. Lê nehatîye xuya kirin çima ew hêza Îranê hatîye nav wî gundê Herêma Kurdistanê û nehatîye xuya kirin jî ew Îranîyên ji layê hêza Asayîşê ve hatine desteser kirin, kî bûyne û bi çi mebest hatibûne nav xaka Herêma Kurdistanê.

XS
SM
MD
LG