Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn tîjke diêxîte li ser zêdebûna gomên avê ewên ji encamên bîbelerzê dirust bûyîn


Çîn tîjke diêxîte li ser zêdebûna gomên avê ewên ji encamên bîbelerza kujeka Çînê dirust bûyîn û herwisa veguhastina bi dehan hezaran kesan û tirxan kirina milyonehan dolaran jibo rêgirtinê ji lehîya avê.

Li rojên bihên çaverê tête kirin baraneka boş bibarit û xema bilind bûna astê ava goma li devera Sichuan yê heyî jiberî ew gume bêne vala kirin kirêkarên hewar hatinê pitir ji 150 hezar kesan veguhastin jiber tirsa teqîna gomên avê bi ser xelkê deverê ve.

Çînê 27 milyon dolar ya terxan kirîn da çareserîya kêşa gomên avê bihête kirin, ewên ji encamên bîbelerzê dirust bûyîn.

Ajansa dengûbahsên fermî yên hikumeta Çînê Xinua dibêjitin erdhejîn 34 gomên avê yêt dirust kirîn û 28 ji wana çêdibit bi teqin û lapayê dirust bikin.

Karbidestên Çînê dibêjin jimara kuştîya gehîşte 68 hezar kesa û heta niha 20 hezar kes hunda ne.



XS
SM
MD
LG