Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê danûstandina navbera hikumetê û beroka Tewafiq hatîye ragirtin


Mezintirîn komela Erebên Sunne li parlamanê Iraqê dibêjin danûstandin digel hikumeta Iraqê ew bi rêberayetîya Şî'a û serokatîya serokwezîr Nurî El Malikî hatine ragirtin piştî rêknekeftinê li ser kabîna hikumetê.

Karbidestên Beroka Tewafiq dibêjin berêz Malikî razî nebû li ser berbijarên komela Sunna bo postê hikumetê.

Beroka Tewafiq li meha heyşt li sala buhurî xwo ji hikumeta niştimanî ya Iraq vekêşa jiber ku weku ew dibêjin hikumet bi rêberayetîya Şî'a têra xwo berdanana li beramber kêmanîya Sunna naket.

Ji alîyekî dî ve melayê tundrev yê Şî'a Muqtada El Sadr duhî sêşembîyê daxwazîya niq û nîşandanekê kir dijî her rêkeftinekê li navbera Iraqê û Amerîka ku çêdibit li paşerojê bibite egera mana hêzên Amerîkî li Iraqê bo demekî dirêj.

Sadrî di beyannama xwo da daxwaz ji Iraqîyan kir ku xwonîşandanê li roja înîyê piştî nivêjê bikin heta hikumeta Iraqê danustandina digel Amerîkîya rabigrit.

XS
SM
MD
LG