Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehud Barak ji Olmertî xwast ku dev ji karî berdet


Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Ehud Barak daxwaz ji serokwezîrê welatî Ehud Olmertî kir ku dest ji karî berdet ji ber xetabar kirina bi gendelîyê.

Birêz Barakî ev daxwîyane îro çarşembîyê dane rojnamevana li Urşelim-Qudsê û got berêz Olmertî xwo ji xelkê yê dabirî baştir e dest ji karî berdet da bişêt bi êkgirtî ev hikumete karê xwo biket.

Berêz Barakî got eger berêz Olmert dest ji karî bernedet çêdibit Partîya Kar xwo ji hikumetê vekêşit û helbijartinên pêş wext bihêne kirin.

Vekolînerên Îsraîlî vekolînê dikin qanunîya diravê berêz Olmerî wergirtî ji kardarê Amerîkî Morris Toloneski.

XS
SM
MD
LG