Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Neteweyên Yekgirtî li Stockholm pesna pêşveçûn li Iraqê da


Rêberên cîhanê li Neteweyên Yekgirtî piştevanîya konferansa li Stockholm kirin û pesna pêşveçûn li Iraqê bi ber başbûna ji alîyê parastinê kir û herwiha şerrê tundûtûjî û terorîstî.

Konferansa yek rojî duhî pêncşemî bi dawî hat bêy ku çi sozan bidin bo lêxweşbûna pera li Iraqê ku deyndarê wê ye bide.

Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî gote şandeya ku Iraq pêdivî bi piştevanîya komeleya navnetewî heye di bizava jîn û avakirinê de piştî çendîn salên şerrî. Wî daxwaz ji rêberên cîhanê kir bo lêxweşbûna pera li Iraqê ye û herwiha ku deyndarê welatên bîyanî ye.

Iraq bi kêmî 67 milyar dolarî deyndarî welatê bîyanî ye û piranîya wan jî li ser rejîma Seddam Huseynî ku bêtir ji nîvê wan deyndarê Saudîyê û Kuweytê ne.

Erebistana Saudî û Kuweyt bi tenê nunerê xwe yên bilind hinartine konferansê û çi ji wan welatan soza bi resmî nedan bo lêxweşbûna qerzên Iraqê.

XS
SM
MD
LG