Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Yemenê kesek çekdar li mizgeftekê alîyê kêm heyşt kes kuştin


Karbidestên Yemenê dibêjin kesek çekdar ku roja eynîyê li mizgeftekê teqe li nivêşkeran kir alîyê kêm heyşt kes kuştin û bi dehan kes jî birîndar kirin.

Kesê çekdar demê nivêja eynî li gundekî li bakûrê San'a ya paytext teqe li wan kesan kir. Rojekî berî niha desthilatdaran li San'a 11milîtan girtin yên ku wek endamên grupa El Qaîde hatîne nas kirin.

Serhildayên Şî'a ku ji sala 2004ê ve şer digel hêzên hikumeta Yemenê li bakûrê rojavaya wî welatî destpêkirîne û di encam de heta niha bi hezaran kes hatîne kuştin.

Yemen ku welatê cedd û binetarêt rêberê El Qaîde Usame Bin Laden e, dinav welatên herî hejarên Rojhilata Navîn de tête hisab kirin.



XS
SM
MD
LG