Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li meha 5-Gulanê kêmtirîn jimara serbazên Amerîkî li Iraqê hatin kuştin


Li meha 5-Gulanê kêmtirîn jimara serbazên Amerîkî li Iraqê hatin kuştin, hevdem jimara qorbaniyên leşker û hevwelatiyên Iraqî bi şêwekê berçav hatîne xar.

Leşkerê Amerîkî roja yekşembî ragehand ku li meha Gulanê 19 serbazên Amerîkî li Iraqê hatin kuştin, ku kêmtirîne ewêt destpêkirina şerî li sala 2003. Nizîkî 4,100 serbazên Amerîkî li Iraqê hatîne kuştin.

Wezaretên saxlemî û berevanî yên Iraqê ragehand nizîkî 550 Iraqî li Gulanê hatin kuştin. Meha berî hingî, Nisan, bi kêmî ve yek hizar Iraqî hatibun kuştin.

Bi layekê dîve, wezîrê derveyê Ferensî Bernard Kouchner seredana bajêrê Hewlêrê kir û ofîsa diplomasiya Ferensî li paytextê Herêma Kurdistanê vekir.

Her roja yekşembî otombîlek nizîkî balyozxana Iranî li Bexda peqî û bi kêmî ve du kes hatin kuştin û pênc kesên dî birîndar bun.

XS
SM
MD
LG