Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vekolerên navokî yên Neteweyên Yekgirtî li berin ku seredana Surîyê bikin


Serokê Ajansa Uza-atomîya Neteweyên Yekgirtî (IAEA) dibêjît ew dê vê mehê vekoleran bihinêrîte Surîyê ku vekolînê li ser wan gotinan bikin ku dibêjin Dimeşq bi nepenî bizav kirîye rêyaktorek navokî ava biket.

Serokê Ajansa Uza-atomîya Navnetewî Muhammed El Baredeî roja duşembîyê got Surîye razî bûye rêkê bidete vekoleran dinavbera 22 heta 24ê vê mehê seredana wî welatî bikin.

Şarezayên navokîyên Neteweyên Yekgirtî dê vekolînan li ser wan tometbar kirinên Amerîka bikin ku didine zanîn Surîya mijulî avakirina rêyaktorek nepenî an navokî bûye heta demê li meha neh ya sala buhurî balafirên şerkerên Îsraîl ew dem û dezgeh têk şikandin.

Rohn nîye ka Dîmeşq dê rêkê bidete IAEA seredana wî bingehî li bakûrê rojhilata Surîyê bikin yan na.
XS
SM
MD
LG