Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alî Xamaney dibêjît Îran dest ji bernama xwe ya navokî bernadet


Rêberê bilindê Îranê Ayetullah Ali Xamaney dibêjît welatê wî dest ji bernama navokî bernadet.

Ev têbînîye îro sêşembî hatine dan li rêûresmê bîrewerîya 19 sala li ser mirina rêberê şoreşa Îranê Ayetullah Xumeynî û li televizyona dewletê rastewxo dihate weşandin.

Ayetullah Xamaney xetabar kirina Îranê bi bizavên dirust kirina çekên navokî red kirin û got Îran dê gehîte armanca xwo bi berhem înana hêzê bo mebestên aştîyê.

Ew gotare hate pêşkêş kirin piştî rojekê ji daxwazîya serokê Ajansa Hêza Atomîya Neteweyên Yekgirtî (IAEA) Muhammed El Baredeî bo aşkera kirina zanyarîyên pitir li ser bernameyê navokîyê Îranê.

Îran dibêjit çêdibit hevkarîya xwo li gel Neteweyên Yekgirtî tixubdar bikit piştî raporta domahîyê yê Ajansa Hêza Navokîya N.Y.

XS
SM
MD
LG