Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Barack Obama destnîşan kirina xwe wek berbijarê Partîya Demokrat radigihîne


Senator Barack Obama destnîşan kirina xwe ya wek berbijarê Demokratan radigihîne paş bi destveînana pirtir li 2118 şandeyên nuneran ku pêwîst e bo berbijar kirina wî ya ji partîya wî.

Tenane ber bi dawî hatina dengdana stana Montana senator Obama piranîya dengên nuneran bi destve înabû bo Kongreya Demokratan hevdem ewa yek li dû yekê dengên nunerên bi taybet jî rûwe senator Obama diçû.

Senator Obama li Minnesota gotarekê pêşkêş kir û got "Bi xêra we ye ku îşev ez li vê derê dikarim rawestim û bibêjim ku ez dê bibim berbijarê serokatîyê yê Partîya Demokratan bo Welatên Yekgirtîyên Amerîka."

Senator Barack Obama ku temenê wî 46 sal e û senatorê stana Illinois e, dibe yekemîn Amerîkîyê bi resen Afrîkî ku ji Partîyeke serekî ya Amerîka dibe berbijar bo wezîfa serokatîyê.

Wî di berîkanîyeke dûvedirêj de li hember senator Hillary Clinton di hilbijartinên berahîyê de pêşbirkê kir li Amerîka û li navçeyên wê jî.

XS
SM
MD
LG