Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qeza Pêncwîn û Seyîdsadiq ji layê hêzên Îranê ve têne topbaran kirin


Topxanên Komara Îslamî ya Îranê bi dijwarî çendîn gundên sînorî yên ser bi qeza Pêncwîn û qeza Seyîdsadiq li sînorê parêzgeha Silêmanîye topbaran dikin û gelek zîyana digehîne hevwelatîyên deverê.

Sibêdeya evro topxanên Komara Îslamî ya Îranê bi heceta lêdana çekdarên PJAK bi dijwarî heyşt gundên ser bi herdu qezayên Pêncwîn û Seyîdsadiq topbaran kirin.

Li ser wê topbaranê rojnamevan birêz Kemal li devera Pêncwîn di peywendîyeke telefonî de bo Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka got şeş gundên ser bi nahîya navparêz li ser qeza Pêncwîn û du gundên ser bi qeza Seyîdsadiq jî hatine topbaran kirin û di encam de ji bilî sutina bax û rezên cotyarên deverê çendîn terş û kewal û azalên hevwelatîyan jî hatine kuştin.

Her çende hindek jêderên ragihandinê yên Herêma Kurdistanê dibêjin du hevwelatî birîndar bûyîne lê wî jêderî got hevwelatîyek bi navê Mecîd li dema topbaranê ku devera quçul dikir li ser terektorê keftîye xwar û birîndar bûye.

Cîyê gotinê ye ku eve bo cara yekê ye hêzên Îranê wê deverê topbaran dikin ku berî niha mefrezên çekdarên Ensar'l Îslam li wê deverê dihatine dîtin ne ku mefrezên PJAK.

Derbider bûna hevwelatîyên wê deverê bargiran kirineke din bo hikumeta Herêma Kurdistanê dirust diket.

XS
SM
MD
LG