Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xanima yekê seredana Afganistanê diket


Xanima yekê ya Amerîkî Laura Bush roja yekşembî seredana Afganistanê kir û digel serokê Afganî Hamid Karzay kom dibît.

Xanim Bush gote peyamhinêran ku çênabe civaka nêvneteweyî li vî demî zor giring dest ji Afganistanê berde û daxaza piştevaniya nêvneteweyî bo wî welatî diket.

Li demê seredana wê bo Afganistanê, xanim Bush seredana serbazên Amerîkî û jimareka pirojeyan diket.

Seredana xamina yekê ya Amerîkî bo Afganistanê çend rojekan berî kombûna Paris ya taybet bi Afganistanê ye.

Li kombûna roja pêncşembî li paytextê Ferensî, Amerîka daxazê li civaka nêvneteweyî diket pitir alîkariya Afganistanê biken.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG