Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peter Voznica balyozê Komara Çek li Iraqê seredana Duhokê kir


Berêz Peter Voznica balyozê Komara Çek li Iraqê seredana parêzgeha Duhokê kir û ji layê parêzgerê Duhokê û hejmareka zor kompanya û rêveberên gumrika Îbrahîm Xelîl hate pêşwazî kirin.

Her digel balyozî xanim Suzana berdevka fermî ya Wezareta Derve ya Çekî digel dabû.

Berêz Voznica bo Dengê Amerîka axift û got “Me dest bi hevkarîyekê kirîye berî du salan navbera Komara Çekê û Rêxistina ticarî û sinaîya Duhokê û ya Silêmanîye. Dê Komar bi Wezareta Karûbarên Avê ya Herêmê bi şêwire û dest bi ava kirina hemam û bendan bike. Herwisa kompanyak din jî heye ku li vir li Duhokê kargeheke beton û çîmentoyê vedike û alîkari dê bê kirin bo ji nûve ava kirina bajarê Erbîlê."

Herwisa balyoz Voznica digel rêvebirê kompanya Skoda peywendî kir ku ev kompanya li sala 1995 hatîye damezirandin û salane 750 tirimbêlan berhem tînît.

XS
SM
MD
LG