Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush dibêjit Îrana xwidan çekên navokî dê bite cihê metirsîyek mezin bo aştîyê li cîhanê


Serokê Welatên Yekgirtîyên Amerîka George Bush ligel rêberên Yekîtîya Ewropî li Slovenya kom dibit jibo danûstendina li ser jimareka kêşan û ji wana kêşa navokîya Îranê.

Serok Bushî got ew dixwaze danûstandina li ser karê hevpişk sebaret bi zêdebûna buhayê hêzê î kêm kirina piştbendîyê bi petrolê biket û herwisa nexşeyê heyî daxwaza harîkarî bo Afganistanê biket û zêde kirina sengî û giranîyê li ser îranê jiber bernama wê ya navokî.

Li beyannameyeka hevpişk hate belave kirin li demê kombûnê, pêgirîya rêberên Yekîtîya Ewropî û yêt Amerîki bi sîyaseta ya kardarîya azad û dijayetîya sîyasetên bend kirina berfireh kirina kardarîyê kir, herwisa danûstandin li ser desthelatdarîya hikumetan li ser kardarîyê û daxwaz hate kirin çavdêrîya sîyasetên kardarîyê bihête kirin.

Jiberî kombûna bilind serok Bush ligel serok û serokwezîrê Slovenya kom bûn û piştî hingê berê xwe kire Almanya.



XS
SM
MD
LG