Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Turkîye ji Dadgeha Bilinda welatî gazinan kir


Serokwezîrê Turkîye Recep Tayyip Erdogan dadgeha bilinda welatî gunehbar dike bi dest dirêj kirina desthilata wî ji ber ku dadgehê qanunek bettal kirîye ya ku rê dide jinan dersoka îslamî anku şerpeya serî karibin li zanîngehan bidine serê xwe.

Rêzdar Erdogan îro sêşembîyê di kombûnekê de digel komeke parlamanê got hêza qanun dananê tene wezîfe û hêzek di deste nunerên hilbijartî yên parlamanê de ye. Wî got kes nikare ev hêz ji deste parlamanê derîne.

Serokwezîrî got Dadgeha Bilind desturê şikandîye jiber ku qanunê ne bi egerên şiklî belê jiber naveroka wê bettal kirîye. Wî got dadgeh tenê dikare pêdaçûnê li ser prosedura guhorînê bike ne li ser naveroka wê.

Heftîya buhurî dadgehê guhorîna desturî bettal kiribû ku bi wê guhorînê berbend kirina dersokê li zanîngeha ya bi dehan salan hatibû rakirin. Dadgehê gotibû ku ew reform li dijî prensîbên ilmanî anku sekuler yên welatî ye.

Partîya desthilatdar ya AKê got Dadgeha Bilind presîba cudahî kirina hêzê li Turkîye şikandîye jiber ku dest dirêj kirîye ser karê danana qanunan yê parlamanê.

XS
SM
MD
LG