Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Hêza Hevalbendîyê ya bi rêberayetîya Amerîka gunehbar dike


Pakistan Hêza Hevalbendîyê ya li Afganistanê ya bi rêberayetîya Amerîka gunehbar dike bi êrîşa firokeyan ku bûye egera kuştina 11 serbazên Pakistanî li ser sinurê Afganistanê.

Peyivdarekî leşkerî îro çarşembîyê daxuyanîyekê belav kir û têda ew êrîş bi gotinên wek "êrîşa bê sebeb û bê heya" şermezar kir.

Wî got ew êrîş hatîye kirin li ser binemayên têklatî û havalbendîya navbera herdu hêzan yên Pakistanî û yên Hevalbendîya bi rêberayetîya Amerîka li Afganistanê.

Karbidestên leşkerîyên Pakistanê dibêjin serbazên Pakistanî roja sêşemê di wextekî dereng de hatine kuştin li dema êrîşa bi firokan li devera Mohmand ya eşîrî. Wan got şer li dema ku milîtan xwestine dakevin nav Afganistanê destpêkirîye.

Hêzên herdu welatan û herwisa yên Hevalbendîya bi rêberayetîya Amerika û NATOyê li Afganistanê li devera ser sinurî li dijî Taliban şer dikin.

XS
SM
MD
LG