Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li bakûra Bexda bi peqina bombekê bi kêmive pênc kes hatine kuştin


Karbidestên Iraqê radigihînin ji encama peqîna bombeyeka ser qeraxê caddê li bakûra Bexda bi kêmîve pênc kes hatine kuştin û deh jî birîndar bûyin.

Karbidestên tenahîyê dibêjin bombe linav otobosek biçûk li devera Qadimîye ya Bexda peqî ku piranîya serjimara wê Şî'a ne.

Di peyameka dîtir da Hêzên Hevalbend li Iraqê ragihandin ku wan îro çarşembî bergumanekî şehrezayê bomban ku yê bi resen Îranî ye li bajêrokekî başura rojava Bexda di malekê da desteser kirîye.

Di daxuyanîyeke leşkerî de hate ragihandin ku bawerî heye ew bergumane bo hîn û fêr bûnê li ser keresteyên peqînê çend caran çûbite Îranê.

XS
SM
MD
LG