Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilinda Amerîka biryar da ku girtîyên Guantanamo bikaribin li dadgehên medenî pêdaçûnê bikin


Dadgeha Bilinda Amerîka dibêje bergumanên terorîzmê û şerkerên bîyanî yên ku li Guantanamo girtîne, dikarin pêdaçûna li ser girtina xwe li dadgehên medenî bikin.

Dayarên Dadgeha Bilinda Amerîka ku ji wan re Justice tê gotin bi pênc li hember çar dengan biryar dan ku girtîyên li bingeha deryayî ya Amerîka li Kubayê li du destura Welatên Yekgirtîyên Amerîka xwedî mafin.

Dadyarê Justice Anthony Kennedy ku ew biryar bo dadgehê nivîsîye dibêje qanunên welatî û destura wê bi awayekî wisa hatîne nivîsin da ku "karibin di demên teng de jî bijîn û li ser desthilatê bimînin."

Girtîgeha Guantanamo li sala 2002 hate vekirin jibo girtin û dadgeh kirina kesên bi gumana terorîzmê hatibin girtin.

Bizavkarên mafên mirovan rexne li dadgehên Guantanamo digirtin û digotin ku ew dadgeh di bin tesîra sîyasî de ne û ne bê alî û rewa ne.

XS
SM
MD
LG